Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Roja Cejnê de Dijî Navenda Giştî ya HDP’ê Êrîş Çêbû


Di şeva eyda Ramazanê saet 00.05 an de 3 kesan, êrîşî Navenda Giştî ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) kirin û camên avahîyê HDP’ê şikandin.

Ser vê êrîşê Desteya Rêvebir ya Navendî (MYK) ya HDP’ê daxuyanîyeke nivîskî weşand û got ku ew erîş bi fermana hin alîyan ve hatiye çêkrin.

“Şeva borî êrîşî Navenda Giştî ya partîya me hate kirin. Dîyar e ku ev êrîş bi fermana hin hêlan ve hatîye çêkirin. Di dîmenên kamerayan de jî xuyaye ku ji du alîyan ve êrîşkar hatine û êrîş çêbûye. Ev yek jî xuya dike ku jibo vê êrîşê alîkarî hatiye dayîn.”

Di daxuyanîyî de hate gotin ku polîsên ku li ber derîyê avahîyê HDP’ê diparêzin jî di vî alî de karê xwe bi cîh neanîye û ji êrîşkeran re derfet çêkiriye.

“Ev êrîşker di bin çavdêrîya polîsan de êrîşî partîya me kirine û bi hêsanî dest û milên xwe hejandine û çûne. Heta niha jî ti kes nehatine binçav kirin. Ev yek jî eşkere dike ku êrîşker kî ne.”

Huseyîn Kaçmaz
Huseyîn Kaçmaz

Parlamanterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz ji Dengê Amerîka re got ku di demeke wiha pîroz de dijî wan êrîşên wiha çêdibin.

“Ev jî dîyar dike ku çete li ser kar in. Dîsa berî vê jî li Mersînê êrîşî gelê me gerok hatin kirin. Li ser Kurdan dixwazin bi awayekî sîstematik çavtirsandin û êrîşan çêkin. Lê bila baş bizanibin ku bi van êrîşa wê nikaribin ku me ji armanca xwe vegerînin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:07 0:00

XS
SM
MD
LG