Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Dibêje Êrîşên Berdewam yên Dijî Wê Rêxistinkirî Ne


Di rojên borî de li Stenbolê û çend bajarên din avahîyên HDP’ê bûbûn armanca êrîşan.

Berdevka HDP’ê Ebru Gunay li Navenda Giştî ya HDP’ê di civîna hefteyî de li ser van êrîşan sekinî û got ku êrîşên ser partîya wan bi giştî rêxistinkirî ne.

“Mixabîn di sala nû de jî êrîşên dijî partîya me didomin. Herî dawî roja ku doza Denîz Poyraz dihat dîtin li Stenbolê avahîya Bahçelîevler rastî êrîşê hat û hin hevalên me birîndar bûn. Desthilatdarîya sîyasî wek her caran, li hember van êrîşan jî bê deng ma û êrîşker parastin.”

Gunay di nîrxandina hefteyî de êrîşên ser HDP’e di serî de li ser pirsgirêka girtîgeha, krîza aborîyê, hevdîtinê HDP’ê yên bi partîyên din û doza girtina HDP’ê nirxandin.

Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî di axaftineke xwe de careke din daxwaza girtina HDP’ê kiribû.

“Şîrikê biçûk yê desthilatîyê careke din partîya me hedef nîşan da û jibo girtina HDP’ê ferman şand. Lê, yên ku jibo Tirkîyê ti gotina wan nemaye tenê êrîşî partîya me dikin,” Gunay li ser gotinên Bahçelî got.

Gunay herwiha dîyar kir ku Tirkîye hem li der û hem jî li hindurê sîyasetê şer dimeşîne.

“James Jeffrey jî îtiraf kir ku Tirkîyê bi operasyonên leşkerî li Girêsipî û Serêkanî sucên şer bi kar anîne. Me çend car ev anîbû ziman, Tirkîye bi birêvebirina sîyaseta derve sucê şer bi kar tîne.”

Gunay li ser krîza aborîyê li Tirkîyê jî got ku gel di bin vê krîzê de difetise, lê Qesra Seroktîyê ji vê rewşê kêfxweş e.

ED_06_01_2022_E_Gunay_Press
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:59 0:00

XS
SM
MD
LG