Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Dibêje Ew Êrîşên Ser Mexmûr, Şengal û Dêrikê Şermezar Dike


Ebru Gunay
Ebru Gunay

Berdevka HDP’ê Ebru Gunay li Navenda Giştî ya HDP’ê di preskonferansa heftane de li ser bombebaranên Tirkiyê yên ser Maxmûr, Şengal û Dêrîkê sekinî.

Gunay got, “Cîyê ku DAEŞ’ê vala hîştîye desthilatîya AKP-MHP tijî dike. Deverê ku hatine bombebarandinkirin tevahî cîyên sîvîlan e. Li ber vî jî ev êrîşana dijî mirovahîyê û sûce şer e.”

Di preskonferansê de Gunay li ser pirsgirêka Kurd, girtîyên zindana, rewşa aborîya Tirkiyê û helwestên desthilatîyê rawestîya.

Di axaftina xwe de Gunay bûyerên Cizirê bibîrxist û got, “Li ser kuştinên Cizirê 6 sal borî, lê mixabîn himan vên hêjî êrîşên xwe li ser gelê Kurd berdewam dike, Kurdan dikuje û dijminatîya xwe li hemberî Kurdan didomîne.”

Di zindanê Tirkîyê de bêtir girtî rastî zor û zextan tên. Berdevka HDP’ê Gunay li ser pirsgirêkên girtingehan sekinî û wiha qise kir:

“Rewşa girtîgehan her ku diçe xirabtir dibe. Desthilatîya Tirkiyê girtîgeh kirîye cîyê mirin û îşkencexaneyê. Herî dawî li Girtîgeha Bolûyê Mehmet Hanifî Bîlgîn jiyana xwe ji dest da û pîştî wî ji Turgay Denîz mir. Her du girtî jî nexweşbûn. Desthilatî girtîyên nexweş bernade û bes cinazên wan radestî malbata wan dike.”

Berdevka HDP’ê Gunay, li ser çewsandinê Kurdan jî rawestîya û ragihand ku li ser zimanê Kurdî zextîyên ku tên çêkirin her roj bêtir giran dibin. Gunay di rojên borî de bombebarandinê ku li ser Maxmûr, Şengal û Dêrikê hatin çêkirin jî rawestîya û herstê xwe wiha anî ziman:

“Li Şengal, Maxmûr û Dêrikê jî êrîş pêkhatin. Ev êrîşên AKP-MHP’ê wisa dîyar dibe ku karê ku DAEŞ’ê nebirîye serî desthilatîya Tirkiyê dixwaze temam bike. Ev êrîşana tevahî li cîyên sîvîl pêkhatine. Ev jî him sûce şere û him jî sûcê binpekirina mafên mirovan e. Wek HDP em vê êrîşê şermezar dikin.”

ED_03_02_2022_HDP_Şengal
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:59 0:00

XS
SM
MD
LG