Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanter Ozguneş Desteserkirina Endamên HDP'ê yên li Şirnexê Dinirxîne


Hasan Ozgunes li Şirnexe di daxuyanîyekê de xuya dibe
Hasan Ozgunes li Şirnexe di daxuyanîyekê de xuya dibe

Di 9'ê mehê de li Şirnexê li ser endamên HDP'ê operasyonek çêbûbû û 11 kes hatibûn desteser kirin.

Di nava kesên desteserkirî de hevşaredara berê ya Cizîrê Berîvan Kutlu, Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tunç û rojnamevan Cîhan Olmaz jî hene.

Roşa Sêşemê, endamê meclîsa şaredarîya Cizîrê, Eziz Uygur jî di nav de 5 kes hatin berdan, lê 7 kes hîn girtî ne.

"Hecetên desteserkirinê pûç û vala ne. Di dema îfadeyê de ji me hemîyan pirs kirin ku çima em çûne seyran û gerên HDP'ê Uygur got.

Ji aliyê din ve, 5 endamên meclîsa bajarê Şirnexê, ku ji lîsta HDP'ê hatine hilbijartin, bê ku di derheqa wan de lêpirsînek yan dozek hebe, bi biryareke taybet endamtiya wan hate betal kirin.

Parlamanterên HDP'ê yên Şirnexê Hasan Özguneş û Huseyin Kaçmaz operasyonên li ser HDP'ê ya Şirnexê û betalkirina endamtîya endamên meclîsa bajêr anîn rojeva parlamanê.

Ozguneş ji Dengê Amerika re jî behsa operasyonan kir û got ku ew jibo çavtirsandina partîya wan e.

''Di nav pênc salan de 20 hezar endamên HDP'ê hatine desteser kirin, 10 hezar kes hatine girtin. Em nikarin nêzikbûna hikûmeta AKP'ê di çarçova hiqûqî de binirxînin. Ev biryarên sîyasî ne.''

Ozguneş îdia kir ku li Tirkiye ji sedî 20ê gel bawerîya xwe bi hiqûqê nayîne. “Jibo ku partîya me HDP xwe li jinû ve li devera Botanê bi rêxistin dike, jibo çalakî û bername çêdike li wir bi taybetî me dikin hedef.''

KHF_11_12_2020_Ozguneş_Şirnex
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:48 0:00

XS
SM
MD
LG