Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

4 Şaredarîyên Din yên HDP'ê ji Kar Hatin Dûrxistin


Bir biryara Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkîyê, bajarvanên navçeyên Amedê Yenîşehir û Hezroyê û navça îdîl a Şirnexê, bajaroka Akpazari ya Dersîmê ji kar hatin dûrxistin. Bi vê biryara dawî hejmara şaredarîyên ku qayum tayîn bûne dibe 20.

Wilayeta Amedê roja Çarşemê bi daxuyanîyek nivîskî ragihand ku di heqê şaredara Yenişehirê Belgîn Dîken de û şaredarê Hazroyê Ahmet Çevîk de bi tawana endamtîya rêxistina terorê û propogandaya rêxistina terorê de doz hatine vekirin. Her du şaredar jî jibo tedbîrê jikar hatine dûrxistin.

Di cîyê şaredara Yenişehirê de qeymeqamê navçeyê Murat Beşîkçî, di cîyê Ahmet Çevîk de jî qeymeqamê navçeyê Alî Oner wekîlê şaredar hatin tayînkirin.

Herwiha şaredara Îdîl (Hezro) Songlu Erden û şaredarê Akpazarîyê Orhan Çelebî bi heman hicetî jikarê xwe hatin dûrxistin.

Li deh bajar û navçeyan 14 şaredar û hevşaredarên HDP bi tawana endamtîya rêxistinê hatin girtin û di heqê wan de doz vebû.

Li 20 şaredarîyan HDP di hilbijartina 31'ê Adarê de nêzî mîlyon û 300 hezar deng girtiye.

KHF_HDP_4_Bajarvanî_11_13_2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:18 0:00


XS
SM
MD
LG