Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jibo 4 Parlamanterên HDP’ê Lêpirsîn Hatin Vekirin


Di derheqê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û sê parlamenterên wê partîyê de jiber “propagandaya rêxistinê” fezleke hate amade kirin.

Serdozgerîya Komarê ya Enqerê 21 Hezîranê 2018’an de li Sêrtê ser axaftina Buldan fezleke amade kir.

Derheqa parlamanterê HDP’ê yê Amedê, Îmam Taşçîer de, ku 24 Gulan 2018’an de ser medyaya civakî parvekirin û 8-9 Îlon 2018’an li Amedê axaftin, fezleke hatin vekirin.

Dîsa, derheqa parlamanterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu û Agirî’yê Berdan Ozturk de, jiber axaftinên li Newrozê fezleke hatine amade kirin.

Ev fezleke hîn neketiye destê parlemeneran, lê Serdozgerîya Komarî ya Enqerê jibo ku destlênedana wan were rakirin, ew şandine Wezareta Dadê ya Tirkîyê.

Taşçier ji Dengê Amerîka re got ku desthilatîya Tirkîyê bi van fezlekeyan mafê wan yê dîyarkirina nêrînên wan ji wan distîne:

“Ew ji demokrasîyê ditirsin loma jî bi van fezlekeyan dixwazin pêşîya me bigirin. Em sîyasetvan in. Ger em nepeyîvin, emê çi bikin? Gava em diaxifin derheqa me de fezleke tên amade kirin. Armanca wan ew e ku me ji sîyasetê durxînin, lê emê paşve venekişin.”

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:17 0:00

XS
SM
MD
LG