Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP bi Kongreya 4'an Dixwaze Rûpeleke Nû Veke


HDP, 23 Rêşemîyê li Enqerê 4’emîn Kongra Xwe dê Çêbike

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) di 23 Rêşemîyê 2020 an de, Kongraya 4’an ya Asayî li Enqerê li mdar dixe.

HDP’ê 8 sal berê di 15’ê Cotmeha 2012’an de hate damezirandin û heta niha sê kongreyên asayî li dar xistin.

HDP xwe wek partîyeke ne Kurd, lê partîyeke Tirkîyê dihesibîne û Tirkîyebûnê dipejirîne, loma jî HDP’ê sîyaseteke gelempêrî daye pêşîya xwe.

HDP ji pêkhatîyan hatiye damezirandin û di bin sîvana wê de pirtir ji 30 sazî û rêxistin cîh digrin.

Di kongreya çûyî de pirtir ji 30 hezar kes başdarî kongrê bûbûn û li gor rêvebirên HDP’ê di vê kongreyê beûdarbûn zêdetir be.

Parlamantera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag ji Dengê Amerêka re got ku ev kongre dê rûpeleke nû ji partîya wan re veke.

Dersîm Dag
Dersîm Dag

Di vê kongreyê de du armancên me yên serekî hene: Em dixwazin ji hemî cîhanê re hêza xwe nîşan bidin û ya duyê jî em bi vê kongreyê dixwazin êrîşên ser partîya me pijiqînîn.”

Di nav du salên dawî de pirtir ji 5 hezar rêvebir û endamên HDP’ê hatin binçav kirin û pirtir ji ji 500 ji wan hatin girtin.

Xanim Dag bi bîr tîne ku piştî hilbijartina dawî hem bi Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) hem jî bi qayuman 38 şaredarî ji destê HDP’ê hatin sitandin.

“Ger li şûna HDP’ê partîyeke din bûya, di bin ewqas givaştin de wê nikariba di cîhê xwe de bilivîya. HDP hêza xwe ji gel digire û em jî sîyaseta gel dimeşînin. Zext û givaştinên ku li ser HDP’ê rewşeke gelek dijar pêk anîye. Jibo wê jî ev kongre pir girîng e û em bawer dikin ku dê bersîva zordaran bide.dê di vê kongreyê de bê dayîn.”

ED_02_21_2020_HDP_Kongre
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:01 0:00

XS
SM
MD
LG