Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

5 Şaredarên HDP'ê li Amedê Hatin Desteser Kirin


Hevşaredarê berê yê bajarê Mezin yê Amedê Selçuk Mizrakli, bajarvana Peyasê (Kayapinar) Keziban Ylmaz, yê Bismilê Orhan Ayaz û ya Karaz (Kocakoy) Rojda Nazlier di operasyone hevdem de ji malên xwe hatin desteserkirin.

Şaredar, bi fermana Wezareta Karê Navxwe hatin desteser kirin û naveroka lêpirsînê hê jî eşekere nebûye.

Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Selçuk Mizrakli ku di 19ê Tebaxê de jikar hatibû dûrxistin û di ciyê wî de qayum tayin bibû.

Hêjayî gotinê ye roja Înê muhleta yasayî ya qayuman bi dawî dibû û şaredarên Wan, Amed, Mêrdînê jibo biryara tayinkirina qayuman were betal kirin serî li dadgehê dabûn. Lê dadgehê îtiraza şaredaran red kir û erka qayuman du meh jî hat dirêj kirin.

Bi biryara Wezareta Karê Navxwe heta neha qayum tayinê ser şaredariyên Amed, Wan, Mêrdîn, Colemêrg, Gever, Nisêbîn, Pasûr, Karayazi bû.

Li pênc navçeyan berî qayum tayin bibe, şaredar di operaysonên terorî de hatibûn binçav kirin.

KHF_Desteserkirina 5_Şaredaran_10_21_2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:27 0:00


XS
SM
MD
LG