Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li 7 Bajarên Tirkîyê bi Dehan Endamên HDP'ê Hatin Binçav Kirin


Serdozgerîya Komarî ya Enqerê, bi sedema çalakîyên sala 2014an yên jibo Kobanê hatibûn çêkirin, li 7 bajarên Tirkîyê operasyonek destpê kir.

Di operasyonê de derheqa 82 kesan de biraya binçavkirinê hate dayîn û heta niha 18 kes hatin desteser kirin ku di nav wan de parlamanterên berê yên HDP'ê Ayla Akat, Emîne Ayna, Sirri Sureye Onder, Nazmî Gur, Altan Tan, Emîne Beyza, bajarvanê Qersê Ayhan Bîlgen, endamên desteya rêvebir ya HDP'ê û herwiha rojnamevan Hakan Gulseven, nivîskar Gulfen Akkaya jî hene.

Serdozgerîyê ser vê operasyonê daxuyanîyeke nivîskî weşand û hiceta operasyonê wiha nîşan da:

“Di 6-7-8 Cotmehê 2014'an de li her derî welatê me bi navê bûyerên ‘Kobanê” çalakîyên terorê hatin çêkirin. Rêvebirên rêxistina terorê PKK/KCK, baskên rêxistina cîwana, jina, hevserok û endamê MYK’ê yê HDP'ê… gel bangî kolanan kirin û çalakî li dar xistrin...Di van bûyeran de gelek welatî û hêzên ewlekarîyê birîndar bûn, di hin bajaran de jî welatîyên me jîyanên xwe ji dest dan.”

Parlamanterê HDP'ê Omer Ocalan ji Dengê Amerîka re got ku ev operasyon ne hiqûqî, lê sîyasî ye.

“Bi vê operasyonê dixwazin ku partîya me bitirsînin. Bila baş bizanibin ku HDP bi van çavtirsandinan biçûk nabe, lê ewê hîn mezintir be.”

Ocalan ser biryara serdozgerê komarî ya Enqerê jî got ku ew erka xwe ne ji hiqûqê, lê ji sîyasetê digre.

“Wî di dema zewaca xwe de bi kincê zavatîyê derket pêş Serokomar Erdogan. Bi helîkopterê diçe betlaneyê. Jibo vê jî dîyar e ku ew ji ku derê fermanan digire.”

ED_25_09_2020_Operasyon_O_Ocalan_Operasyon
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:03 0:00

XS
SM
MD
LG