Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDPê ‘Deklarasyona Banga Aştîyê’ ji Bîragiştî re Eşkere Kir


HDP peace deceleration
HDP peace deceleration

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) di 1’ê Hezîranê de “Bernama Têkoşîna Demokratîk” dabû destpêkirin.

Di bin vê çalakîyê de roja Duşemê jî HDP’ê li parlamana Tirkîyê “Deklerasyona Banga Aştîyê” weşand.

Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar ew deklarasyon xwend û ji aştîxwazan xwest ku alîkarî bidin wê daxwazê.

Di deklerasyonê de li ser bêkarî, xizanî, qeyrana aborîyê û bi taybetî jî ser kêşeya Kurd hate sekinandin.

Her du hevserok got ku cîhê çareserkirina pirsgirêka Kurd meclîsa Tirkîyê ye.

“Pirsgirêka Kurd li Tirkîyê pirsgirêka herî serekî ye. Ev kêşe li Tirkîyê bûye sedema hemû kêşeyan. Cîyê çareserkirina vê kêşeyê parlemento ye. Em li vir ji hemî aştîxwazan re bang dikin ku werin destekê bidin çareserîya vê kêşeyê ku û em bi hevre pirsa Kurd çareser bikin.”

Îmam Taşçier
Îmam Taşçier

Parlamanterê HDP’ê Îmam Taşçier, ser 1’ê Îlonê Roja Aştî ya Cîhanî û ser Deklerasyona Banga Aştîyê ji Dengê Amerîka re nîrxand.

“Banga me ne tenê jibo partî yan jî rêxistineke ye, lê jibo hemû aştîxwazan û demokrasîxwazan e. Heke li Tirkîyê pirsgirêka Kurd çareser nebe, ne pêkan e ku Tirkîye pêş ve biçe. Jibo vê jî ev deklarasyon di cîyê xwe de qedirbilind e. Em dibêjin ku werin deng bidin vê daxwazê.”

ED_01_08_2020_HDP_Deklerasyon_Taşçier
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:13 0:00

XS
SM
MD
LG