Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanterê HDP'ê Koç: Akar Hember Kurdan Nijadperestîyê Dike


Wezîrê Bergirîya Tirkîyê Hulusî Akar di 17 Mijdarê de li Meclîsa Tirkîyê hebûna Kurdistanê red kiribû. Li ser wê, Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bi daxuyanîyeke bertek nîşan da.

Parlamenterê HDP’ê Abdullah Koç jî ji Dengê Amerîka re got ku Akar bi înkarkirina Kurdistanê nîjadperestîyê dike.

Abdullah Koç
Abdullah Koç

“Kurdistan têgeheke dîrokîye û rastîn ya gelê Kurd e. Di dema Osmanîyan de heta Komara Tirkîyê jî ev peyîv hatîye bikaranîn. Di sala 1921an de gava Zagona Bingehîn ya Tirkîyê çêbû, li parlementoya Tirkîyê mebûsên Kurdistanê hebûn. Dîsa di Zagona Bingehîn ya Îraqê de jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye nivîsîn. Ez van gotinên Akar wek nîjadperestî dibînim. Ne pêkan e ku em vê bipejirînin. Bi nêrîna me înkarkirina têgeha Kurdistanê tê wata înkarkirina gelê Kurd.”

Komîsyona Budçe û Palandanînê ya Meclîsa Tirkîyê dema li ser gotûbêja budceya sala 2022’yan civîbû. parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogulları gotibû ku “Îdia hene ku li Herêma Kurdistana Federe çekên kîmyayî hatiye bikaranîn.”

Akar jî gotibû ku li Tirkîyê û li ti derê din heremeke cografî ya bi navê Kurdistan tuneye.

Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan jî bertek nîşan dabû û ji Akar pirsîbû ku çima Herêma Kurdistana Îraqê tuneye?

Akar jî bersî dabû û gotibû “Kurdistan tuneye”.

Li ser van gotinan Akar, Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Îraqê daxuyanîyek da û înkarkirina navê Kurdistanê rexne ir.

Li Tirkîyê di hefteyên borî de jî hin Kurd jiber bikaranîna peyîva Kurdistanê hatibûn binçav kirin û hember wan doz hatibûn vekirin.

ED_23_11_2021_Abdullah_Koç_Hulusi_Akar
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:54 0:00

XS
SM
MD
LG