Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Dixwaze Pêşnîyara AKP’ê ya Guherîna Qanûna Bingehîn Berfireh Be


Ebrû Gunay, Berdevika Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP)
Ebrû Gunay, Berdevika Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP)

Partîya desthilatdar ya Tirkîyê, Partîya Dadê û Pêşketinê (AKP) di 2’yê Mijdarê de bo guherîna xaleke qanûna bingehîn ya ser mijara laçikê serdana Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) kiribû.

Tevî ku HDP heya niha bi rengekî fermi û rasterast hemberî vê pêşnîyara AKP’ê derneketiye jî, dixwaze ku çarçoveya guherîna qanûna bingehîn were berfireh kirin. HDP herwiha dixwaze derbarê mafên civakî yên azadî jî guherîneke giştî dhebe.

Civata Rêvebirîya Navendî (MYK) ya HDP’ê do Çarşemê bo gotûbêjkirina pêşnîyara AKP’ ê ya guherîna xaleke qanûna bingehîn civîya.

Berdevika HDP’ê Ebru Gunay, piştî civînê bi preskonferansekê nêrîna HDP’ê bi bîragiştî re parve kir.

“Heke di qanûna bingehîn de guherînek tê xwestin, pêdivî ye ku tenê di mijara laçikê de nebe, lê di her alîyê mafên tevahî yên civakî û azadîyê de guherîn were çêkirin. Bawerîya me ev e.”

AKP’ê ev raman yan pêşnîyara xwe ya ser guherîna qanûna bingehîn heya niha bi partîyên li parlamena Tirkîyê axifiye.

"Gunay ragihand ku HDP wê gava AKP’ê têr nabîne û hewce dibîne ku ev mijar bi partîyên li derveyê parlmenê jî were gotûbêj kirin.

“Jibo partîya me ne pêkan e ku rê bide bizavên girêdayî hesabên ser hilbijartinê. Li gor me pêdivî ye ne bes bi partîyên ku li parlamenê ne, bi ligel partîyên din jî ev mijar were nirxandin.”

Ji alîyên din, hevdîtina AKP û HDP'ê rastî rexneyên tund yên partîyên opozîsyonê hat.

Seroka Partîya Baş Meral Akşener, do Çarşemê di civîna koma partîya xwe de hevdîtina AKP û HDP'ê bi tundê rexne kir.

Akşener AKP û HDP bi hevkarîya wek dema ‘pêyvajoya çareserîyê’ tawanbar kir û got ku ew dîsa hatina ba hev ku heman tişt bikin.

"Bendewarîya dirêj qedîya. Şanoya pêyvajoya çareserîyê dîsa bi temaşevanên xwe re dicive. Parlamenterên AK Partî û HDP'ê bo guherîna qanûna bingehîn ku bi fermana Erdogan destpê kir, hatin cem hev û wêneyê kêfxweşîyê dan. Wêne êdî zelal bû.”

Gunay jî bi hişkî bersîva daxuyanîyên Akşener da û got ku ew di rêya MHP’ê de diçe.

"Taybetîya van du blokan çew e ku ser dijminatîya HDP’ê ketine pêşbazîyeke mezin. Desthilatdarî opozîsyonê, opozîsyon jî desthilatdarîyê bi nêzîkbûna HDP’ê tewanbar dike. HDP we yekê qebûl nake.”

Hejayê balkişandinê ye ku hevdîtina AKP û HDP'ê ser sîyaseta Tirkîyê bandoreke mezin çê kiriye û wek yek ji mijarên serekî ya rojevê tê nîqaş kirin.

Hin şîrovekar bawer dikin ku ew hevdîtina dikare bibe nîşana pêvajoyeke nû ya çareserîya pirsgirêka Kurd, lê hin kesên din jî wê gava AKP’ ê tenê wek stratejîyeke hilbijartinê dinirxînin.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin:

HDP Dixwaza Pêşnîyara AKP’ê ya Guherîna Qanûna Bingehîn Were Berfireh Kirin
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:44 0:00
XS
SM
MD
LG