Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk: Divê Kurd Yekîtîya Xwe Xurt Bikin


24ê Hezîranê de hilbijartina serokomarî û parlamentoyê tê lidarxistin. Jibo hilbijrtinan MHP û AKP tifaqa Cumhur (Komar) ava kirin.

Li hember partîyên opozîsyon CHP, İyi Parti, Saadet Partisi û Demokrat Partî jî li ser tifaqa opozîsyonê lihev kirin. Her du alî jî cîh nedan HDP.

Roja Çarşemê pênc partîyên Kurdistanî, PAK, PSK, PDK-T, PDK-Bakur û Hereketa Azadî 'Tifaka Kurdistanî ya Hilbijartinê ava kirin.

Ev pêkhate bi HDP û Partîya Doza Azad re (Hudapar) kombûnan li dar xist ku hemî partîyên Kurd jibo hilbijartinê tifaqa Kurdan ava bikin.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk li ser tifaqên ku Kurdan li derve dihêle, civineke çapamenîyê li dar xist.

Ozturk anî ziman ku sîyaset û feraseta fermî ya Tirkîyê her gav li ser tunehesibandina nasname, hebûn û sîyaseta Kurd xwestîye xwe bi pêş bixe.

Wî got ku ev sîyasetên ku Kurdan li derve dihêlin sîyaseta “Kurdên baş û yên nebaş” dixwazin bidomînin.

"Ev yek ne tenê li hember destketinên Kurdan yên li Tirkîyê, desketinên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî bi awayekî rşkere hate dîtin. Hem li hember referandum û mijara Kerkûkê ya li Başûr û hem jî li hemberî sîstem û meseleya Efrînê ya li Rojava, Tirkîye û hevkarên wê helwesta xwe ya dijmintî dîyar kirin. Ev sîyaset dixwaze dijberî û dijmintîya di nav civakê de kurtir bike."

Sîyasetvanê Kurd dîyar kir ku îro jî di nav civakê de daxwazîya yekîtîya Kurdan ji her gavê zêdetir derketîye pêş û careke din hilbijartinên ku vîna Kurdan nahesibîne, ketîye rojeva Tirkîyê.

Ozturk hewildanên tifaqa hilbijartinê ya Kurdistanî jî bibîr xist û got ev hibo yekitîyê gavên erênî ne.

"Ev jî daxwazîya gelê Kurd ya bi salan e. Dibe ku di pêvajoya hilbijartinan de ev yek zêdetir derketibe pêş, lê em dizanin ku daxwazîya hemû partî û rêxistinên Kurdan ev bû. Helwesta ku di van rojan de tê nîşandan, ji alîyê civakê ve dibe sedemeke xurt a Yekitîya Netewî."

Raposta Xecîcan Farqîn, Diyarbakir/Amed 04.05.2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:44 0:00

XS
SM
MD
LG