Li kuçe û kolanên Amedê kar û xebatên partîyên sîyasî yên hilbijartinê bi kelecanek dewam dike, lê ji yê AKP'ê zêdetir, namzedên HDP'ê li ber çav in.
Yek ji wan jî endama berê ya Parlamena Ewrupî Feleknaz Uca ye. Ew bersîva pirsên Dengê Amerîka yên ser hilbijartinan bersîv dike û dibêje daxwaza wan temsîlkirina gelê wan e.
Uca li ser hebûna jinan di lîsteyên berbijarîyê de jî rexne li partîyên sîyasî dike ku piranîya mamzedên heyî mêr in.
“Ji nîvî zêdetir namzedên HDP'ê jin in û li Amedê jî 5 berbijarên jin hene. Îradeya jinê li derve hatîye hîştin. Emê reng û dengê jinê emê di vê meclîsê de cî bikin.”
Uca herwiha dîyar dike ku hilbijartin jibo Kurdan bûye mesela xîretê û ewê jibo pêvajoya aştîyê, pirsgirêka jinan, destûreke nû û jibo jîyaneke wekhev, emê di praktîkê de cî bikin.