Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Kombûna Xwe ya Parlemanî li Amedê Pêk Anî


Partîya Demokratîk ya Gelan HDP jibo balê bikşîne ser rewşa aloz ya li herêmê civîna xwe ya parlamenê li Amedê lidarxist.

Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag got dewlet bi hiqûqeq tevdigere û li herêmê şerek birêvedibe.

Wê xuya kir ku bêdengîya gelê Tirkîyê li hember bêqanûnîya li herêmê bê bidome wê hemî Tirkîye hevre hinda bike û têk here.

Hêjayî gotinê ye ku Serokwezirê Tirkîyê Ahmet Davutoglu di daxuyanîyek de got operasonên li hember xendekan mezintîrîn operasyonên 30 salên dawî ne.

Yuksekdag got heta ku xendek neyên grtin û hemî endamên rêxistinê neyên desterserkirin wê qedexe her berdewam bin. Herwiha got ger hewce be kolan bi kolan mal bi mal wê operasyon were kirin.

Hevseroka HDPê dxuyanîya serokwezir şermezar kir û got mezinatî û sîyaset ewe ku li ser kultin û xwînê xwe bilind bikin. Hikumet dixwaze bi şerê giran hêza xwe nişan bide lê mezinatî ne ev e.

Yuksekdag got zilma salên notê reng guhert û neha renge wê ji sipî veguherî reşî.

Hevseroka HDPê bibîr xist ku 3 hezar mamoste bi biryara wezareta perwerdeyê ji Silopî û Cizîrê hatin vekişandin. Wê îdia kir neha li herêmê tedarikîya qetilamek mezin dikin lewma bang li mamosteyan kirin wan ji navçeyan derxistin

Hevseroka HDPê îdia kir ku sewqîyatek pir mezin ya leşkeri li Silopî heye. Got li dibistanan polîs û lekşer hatine bicî kirin. Bi sedan wesayîtên zirxî hatine danîn. Herwiha jibo birîndaran xwîna mirovan jî peyda kirine.

Wê got ev amadekarî ne tene jibo xendekan û Kurdan e, ew dixwazin Tirkîyê bixwazin şerekî mezin ku welêt têk bibin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:06:11 0:00

XS
SM
MD
LG