Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Deh Hezaran Kes Beşdarî Mîtînga HDP'ê ya Amedê Bûn


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtîngek li dar xist.

Di mîtîngê de, ku bi deh hezaran kes beşdar bûn, bo berbijarê serokomarîyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Rêberê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan slogan hatin gotin.

Mîtîng ku bi konserê destpê kir, bi nîşandan axaftina hilbijartinê ya TRT’ê ya Demîrtaş dom kir.

Di mîtîngê de axaftina pêşî berbijarê parlamenterîyê yê HDP’ê Ahmet Şik kir.

‘’Xwestin ku welatê me bi nijadperestî, neteweperestî û kindarîyê parçe bikin, lê em careke din bi hev re ne û tev in’’ Şik got.

Şik da zanîn ku jiber yekîtîya wan ‘’desthilata Tirkîyê êdî tirse û dizane ku dawîya wê hatiye’’

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldanê, di axaftina xwe de Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) jiber bûyerên Sirûcê rexne kir.

Buldanê dîyar kir ku ‘’AKP di bin provokasyona xwe de maye’’ û da zanîn ku li gor raporan li Sirûcê sîvîl di nexweşxaneyan bi jêkirina serên wan hatine kuştin.

Buldanê got ku ‘’gelê Sirûcê ne bi tenê ye û hemî gelê Kurdistanê bi wan re ye’’

Buldanê dîyar kir ku gel bi mîtînga Amedê li Sirûc, Sûr, Gever û Demîrtaş xwedî derketîye û da zanîn ku ewê tevî gel di 24’ê Hezîranê de li ser sindoqan ji AKP’ê hesêb bipirsin.

XS
SM
MD
LG