Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevşaredarên Nû yên Amedê Spasîya Gel Kirin


HDP'ê ji şaredarîyên 17 bajarokên Amedê, 14 şaredarî bi dest xistin û li Hênê û Çêrmûkê AKP'ê û li Çinguşê jî Partîya Saadet bi ser ketin.

Şaredarên nû yên Amedê û bajarokên wê li avahîya HDP'ê bernameyeke spasîyê li dar xistin û bi gel re civîn.

Hevşaredarên nû yên bajarvanîya mezin Selçuk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik jî axaftinek kirin.

Şaredarên nû spasîya xwe li gel kirin û dan zanîn ku ev serkeftin ya gel e.

Ji alîyê dinê ve, di hin malperan de hat îdia kirin ku bi heceta ku propagandya rêxistina terorê, li hember hevşaredarên nû lêpirsin hatiye vekirin, lê HDP'ê ev nûçe hê jî piştrastnekirî ye.

Ji alîyê din ve, jiber ku AKP'ê li hember encama dengdanê li gelek şaredarîyan îtiraz kirine, mazbataya şaredaran hê jî nehatîye dayîn. Lê, hevşaredarên bajarvanîya mezin li ser Twitterê weşaneke zindî çêkirin û li wir bersîva pirsên şopdarên Twitterê dan.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

KHF_04_05_2019_Amed_Serketin
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:09 0:00

XS
SM
MD
LG