Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevserokên HDPê yên Amedê Dê 4 Rojên Din Binçavkirî Bin


Li ser biryara Serdozgerîya Amedê roja pêşemê polêsan avêt ser avahîya HDPa Amedê û ya navça Yenîşehîrê. Di lêgerînê de dest dan ser belge, kompîturan û hevserokên navend û navçeyê jî desteser kirin.

Evuqatê Hevserokên HDPa Amedê, Serhat Eren da zanîn, dozgerî jibo lêkolîna belgeyan dema binaçvkirina Hevserokên HDPa Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Uyanik çar rojan dirêj kirîye. Hêjayî gotinê ye ku li gorî yasayê dema binçavkirinê 12 roj in.

Evuqat Serhat Eren destnîşan kir heta roja ku hatine desteserkirin li ser hevserokên HDPê biryara girtin an lêpirsînê tunebûye.

"Dozgerî jibo ku lêgerîn li ser belgeyan temam bikin û delîlek ku dikaribin hevserokan sûcdar bikin, bibînin, xwest dema binçavkirinê dirêj bike."

Li gorî agahîyên ku evuqat Serhat Eren da, hiceta binçavkirina hevserokên HDPê jî çalakiyek li dijî tecrîda li ser rêberê PKKê Abdullah Ocalan e.

Wî da zanîn jibo tecrîda li ser Ocalan protesto bikin du ciwanên ku endamên HDPê ne li ber avahîya HDPa Yenîşehîrê siyarê taksîyek dibin, li taxa Fîskaya û Batîkentê sloganên jibo Abdullah Ocalan li diwaran dinivîsin û pankartan datînin. Paşê jî bi taksiyê diçin li dor avahîya HDPê peya dibin.

"Dozgerî di serdegirtina HDPê de îdia kir ku her du ciwan amurên ku ji HDPê anîne jibo çalakiya xwe bikaranîne. Lê roşa Sêşemê ev her du ciwan jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan" got Serhat Eren.

Hêjayî gotinê ye ku Hevserokê HDPê Mîthat Sancar di axaftina civina gruba HDPê de li parlamenê da zanîn roja Sêşemê jî operasyona li ser HDPê dewam kirine û bi dehan endamê wan hatîne desteserkirin.

Wî da zanîn hin kesên ku xwe weke xebatkarên Wezareta Karê Navxwe binav dikin, li Şirnexê telefonê endamên HDPê dikin.

"Ew kesên ku telefon dikin ji endamê HDPê dipirsin ka çima diçin HDPê û ji endamên me re dibêjin jibo ku bûne endamên HDPê, ku bixwazin dikarin ji yasaya poşmaniyê sudê bigrin."

Lê derbarê vê îdaya Mîthat Sancar de Wezareta Karê Navxwe hê jî bersivek an daxuyanîyek nedaye.

KHF_10_27_2020_Binçavkirina Hevserokên HDPê_Amed
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:10 0:00

XS
SM
MD
LG