Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Enqerê Parlamentera HDP’ê Hate Tehdît Kirin


HDP Press statement
HDP Press statement

Îro, saet 11’ê sibê, li Enqerê li pêşîya avahîya Navenda Giştî ya HDP’ê “Dayikên Şêhîdan” xwastin çelengeke reş daynin. Piştî destlêvedana rêvebir û xebatkarên HDP’ê di navbera her du gruban de alozî çêbû û hin kes birîndar bûn.

Li ser van êrîşan Berdevka HDP’ê Ebru Gunay û gelek parlementer, rêvber û endamên HDP’ê li pêşîya avahîya HDP’ê daxûyanîyek dan. Di daxûyanîyê de Gunay qise kir û ev êrîş wek provakasyoneke ser HDP’ê nîşan da û got, “Êrîşa provakatoran têr nekirîye yek jî polîsan parlementera me ya Batmanê tehdît kirîye.”

“Dayikên Şêhîda” cara yekem çalakîya xwe di Sermawêza sala 2018’an de, li pêşîya avahîya Bajarê HDP’ê ya Amedê dabûn destpêkirin. Armanca wan ew bûbû ku zarûyê wan yên ku di nav refên gerîlayên PKK’ê de ne werin mala xwe.

Di sala 2021’an de disa himan hewil li pêşîya Navenda Giştî ya HDP’ê hatibû dayîn. Rayedarên HDP’ê dijî vê êrîşê jî derketibûn.

Berdavka HDP’ê Ebrû Gunay, van hemû geşedana provakasyona ser HDP’ê nîşan da û ragihand ku tevahîya van êrîşan bi piştgirîya desthilatîyê têne çêkirin. Gunay wiha got, “Dema Denîz Poyraz hate kuştin, polîsên ku avahîya partîya me neparastin, îro 3’emîn provakasyon parast û êrîşên ser partîya me kirin.”

Gunay di daxûyanîyê de li ser van êrîşan rawestîya û ev hemû êrîş wek plankirî nîşan da. Gunay li ser bingeha van jî sekinî û wiha got:

“Ev êrîş pêşî li Amed û Wanê de hate ceribandin, lê li hîç dereke jî serkeftî nebû. Êdî ev provakasyon derxistin merheleke ser û li pêşîya avahîya Navenda Giştî ya partîya me, bi alîkarîya polîsan ve xwastin têxin merîyetê. Polîs bixwe van provakatoran diparêze. Bila hiç kesek, (dayikên şêhîdan) ji wan nebê je ku em li pey mafan e. Hemû pêk ve di bin kontrola Wezareta Hundir û desthilatîya AKP’ê dixwazin pêşî li sîyaseta me bigrin.”

Gunay ragihand ku di dema rageşîyê de parlementera wan ji alîyê polîsan ve hatîye tehdîtkirin. Gunay li ser vî bangî Serokê Meclîsê Mustafa Şentop kir û banga xwe wiha anî ziman:

“Polîsan li pêşîya partîya me parlementerê me yê Batmanê tehdît kirine û jê re gotine, ‘emê te bi dîwar ve mix bikin.’ Ez li vê derê bangî Serokê Meclîsê Mustafa Şentop dikim, li navenda Enqerê de parlementerê me ji alîyê polîsan ve tê tehdîtkirin. Erka we ewe ku hun ji van polîsan hesap bipirsin.”

ED_05_05_2022_HDP_Erîş_Daxuyanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:50 0:00

XS
SM
MD
LG