Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Ewlekarîyê li Tirkîyê di Operasyonekê de Bayram Bozyel û 17 Kes Desteser Kirin


Di operasyoneke hevdemî ya ser malên endam û rêvebirên partîyên Kurd HDP, DBP, PSK herwiha endamên sendika û Komela Dayikên Aştîyê de, îro 18 kes li Amed, Mêrdîn, Antalya û Îzmîrê hatin desteser kirin.

Ajansa Anadoluyê ragihand ku operasyona hevdemî, 'operasyona terore ye' û 18 kes jî bi tawana ku 'endamên bajaran yên rêxistina terorê’ ne hatine desteser kirin.

Di nav 18 kesan de Cîgirê Serokê Partîya Sosyalîst a Kurdîstanê (PSK) Bayram Bozyel jî heye.

Parêzêre Bozyel, Hasan Dagtekîn da zanîn ku biryara nepenîbûnê danîne ser dosyeyê loma ew 18 kes nikarin 24 saetan parêzerên xwe bibînin.

Navê kesên desteserkirî ev in:

Rêvebirên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Huseyîn Baran, Mehmet Asena, Şakîr Demîr, Abdullah Cengîz, Nasir Yelter

Rêvebirên Partîya Heremên Demokratîk (DBP) Şeyhmus Yavuz, Yasemîn Akengîn, Alî Alkan ve Mehmet Suslu.

Ji Partîya Partîya Sosyalîstên Bindest (ESP) Erkan Keskîn

Rêvebirên sendîkayan Arzu Koç, Gulhan Tekîn, Arîn Zumrut,

Ji Komela Dayikên Aştiyê Nazîfe Yîgît

Hêjayî gotinê ye ku di dema desteserkirinê de polîsan dest da ser gelek pirtûk, dokuman û materyalên dîjîtal.

Ajansa Anadoluyê got ku ev hemî belgeyên qedexe ne.

KHF_11_07_2021_Operasyon
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:50 0:00

XS
SM
MD
LG