Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Meral Beştaş: Bi Van Operasyonan Dixwazin Dengê Me Bifetisînin


Parlamentera Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş operasyonên dijî endam û rêvebirên HDP’ê bi zimanekî tûnd rexne kir ev wek êrîşeke bi giştî li ser Kurdan nirxand.

“Em bi sîyaseteke rojana nameşîn. Ew dixwazin dengê me di hilbijartina şaredarîyê de bifetisînin, lê ewê qet bi ser nekevin. Ew çi bikin jî, em li ser doza xwe venagerin,” Beştaş ji Dengê Amerîka re got.

Di operasyona Sêşemê de 90 endam û rêvebirên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û rojnamevanên Kurd hatibûn binçav kirin.

Di nav kesan de Hevserokên Bajarê Batmanê Berîvan Helen Işik, Nîzametîn Toguç û Hevserokê Bajarê Amadê Mehmet Şerîf Camci ji cîh digirin.

Dîsa, aktîvîstên sîvîl yên ku mafên jina diparêzin, xebatkarên çapemenîyê û kesên din jî di binçav de ne.

Rêvebirên HDP’ê Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi wê operasyonê tawanbar dikin. Wî çend roj berê gotibû ku ger di hilbijartinên Adarê de kesên ku bi terorê re girêdayî ji sindoqan derkevin, ewê li şûna wan careke din qayum destnîşan bikin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:12 0:00

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG