Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevkê HDP’ê Bilgen: Bo Dawîkirina Şer Em Hewil Didin Çavekî Sêyem Derxin Holê


Berdevkê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ayhan Bilgen, sedemên dawîkirina pêvajoya aştiyê û hewildanên jibo dawîanîna tundûtujiyê dinirxîne.

Birêz Bîlgen dibêje jibo ku şer û pevçûn negihîştina vê astê, divîyabû desteya şopandinê anku çavekî sêyem hebûya.

“Hebûna çavê sêyemîn li her derê dinyayê rê li ber pevçûnan digire. Em jî wek HDP danûstandinan bi derdorên cuda re dikin da ku îradeyekê jibo dawîkirina şer derxin holê.”

Bîlgen, hewildanên jibo rakirina destnedana qanûnî ya parlemanterên HDP’ê rexne dike û dibêje ew xwe nadin bin siya zirxa parêzbendiya qanûnî.

“Eger ew dixwazin me dadgeh bikin, em jî dibêjin, bila AKP jî ji sûcên ku kirine were dadgeh kirin. Kî çi sûc kiribe, çi gendelî çi tawanên piştgiriya tundûtujiyê hebin, divê werin darizandin.”

Bîlgen îdia dike ku hikûmet dixwaze bi rêbaza salên 90’an yên wek tehdîtkirina bi dadgehkirin û girtina partiyê çavên wan bitirsîne, lê ew hemî bê mane ne.

“Kurd çava ku berê bedel dabûn, niha jî li nav jiyanê, li kuçeyan bedelên gelek girantir didin. Di encama vî şerî de û bi taloqkirina demokratîkbûnê niha berdêlekî giran bi civaka Tirkiyê didin dayîn.”

Berdevkê HDP’ê rexne li ser helwesta hinek medya Tirk dike ku di vê pêvajoyê de bi xapandina bîragiştî û şerê derunî roleke xirab dilîze.

“Di destê hikûmeta AKP’ê de, gelek derfet hene; dikarin teknîkên şerê psîkolojîk bi kar tînin û wiha jî bîragiştî dixapînin. Ez bawer dikim ku wê heta demekê raya giştî ya cîhanê û civaka Tirkiyê jî rastiyê bibîne û fem bike ev şer bi hêrsa deshilatdariyekê tê kirin.”

ST_8_6_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:38 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG