Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Civîna Hevserokên Bajaran yên Jin li Dar Dixe


HDP Civîna Hevserokên Bajaran Yên Jin Dike
HDP Civîna Hevserokên Bajaran Yên Jin Dike

Hevserokên bajaran yên jin îro li Navenda Giştî ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) civîyan.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di civînê de axaftineke kir û got ku ser jinan givaştineke taybet heye.

“Çavtirsandineke mezin ser civakê heye bi taybet jî mafên jinan herî zêde tê binpêkirin. HDP heta niha dijî van zêdegavîyan derket û wê ji vê şunda jî têkoşîna xwe bidomîne.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan

Buldan berîya civînê got ku li Tirkîyê desthilatdarîya ku li ser kar e, bi tevahî zext û dijwarîyan ser partîya wan HDP’ê dike.

Buldan ragihand ku HDP nîşaneya demokrasîya Tirkîyê ye, bê HDP’ê pêkan nîne ku demokrasî pêş bikeve.

“ Hemû civak ji demeke gelek dijwar de derbaz dibe. Di nav vê rewşa xirab de herî zêde mafê jinan tê binpê kirin û ew rastî mêtingerîyê tên. Têkoşîna me têkoşîneke jinê ye. Em bi tevahî dijî van hemû neheqîyan hatin, lê desthilatdarî bi hemû amûran li ser me de hat. Lê, çi dibe bila bibe emê ji têkoşîna xwe ti gaveke paşta nevêjin,” Buldan got.

Li gor rêxistinên jinan bes di meha Adarê de 43 jin hatine kuştin û gelek jin jî rastî destdirêjîyan hatine.

Di civîna hevserokên bajaran yên jin de, yek ji armancekên serekî jî kuştin û tundîya ser jinê bû.

Buldan di axaftina xwe de tundî û binpêkirina mafên jinan destnîşan kir û wiha got:

“Em jin di hemû qadên civakî de rastî neheqîyên cinsî tên. Li ser me mêtîngerî, destdirêjî, tundî û gelek neheqîyên din têne kirin. Heke em jin dest nedin hev û din, wê gavê pêkan nîne ku em ji van neheqîyan rizgar bibin. Di destpêkê de heta niha jî HDP’ê dijî van neheqîyan têkoşîyaye û girîngîyeke mezin daye wekhevîya cinsî. Dikarim bêjim ku HDP temînata wekhevî û demokrasîyê ye.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Buldan, ser pirsgirêka girtîyên di zindanan de ne jî rawestîya.

Wê anî ziman ku gelek hevalên wan niha di girtîgehan de ne û rastî neheqîyan tên.

Buldan ser rewşa parlementera berê Aysel Tugluk sekinî û da dîyarkirin ku desthilatdarîya Tirkîyê di zindanan de mafên nexweşan jî binpê dike.

“Hevala me Aysal Tugluk aniha li zindanê ye û saxlemîya wê jî gelek xirab e. Pêdivî ye ku ew were berdan, lê mixabîn li zindanan jî mafên jinan bi her awayî tê binpê kirin,” Buldan got.

Civîna hevserokên bajaran yên jin ya HDP'ê wê sibê Înê jî berdewam bike.
Di rojeva civînê de nîrxandina karên aborî û stratejîya dahatê ya nû wê çi bibe, cîh digire.

Hun dikarin ser lînka jêr tevahîya raportê guhdar bikin.

HDP Civîna Hevserokên Bajaran Yên Jin Dike
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:52 0:00
XS
SM
MD
LG