Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şaredarê Cizîrê ji Kar Hat Dûrxistin


Bajarvanîha Cizre
Bajarvanîha Cizre

Wezareta Karê Navxwe, şaredarê Cizîrê Mehmet Zirig ji kar dûrxist û di cîyê wî de qeymeqamê Cizîrê Davud Sînanoglu weke cîgirê şaredar erkdar kir.

Walîtîya Şirnexê li ser biryara wezaretê daxuyaniyek belav kir û destnîşan kir di heqê şaredarê Cizîrê Mehmet Zirig de jiber tawana "propagandaya rêxistina terorê" lêpirsîn hatiye vekirin.

Zirig, bi îdiaya "endamitiya rêxistina terorê" li 5emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Meletî tê dadkirin û jibo wî 10 sal cezayê hepsê tê xwestin. Li gorî daxuyaniya walîtîya Şirnexê ev biryar jibo tedbîr hatiye girtin.

Dema ku hevşaredar digel parlamentera HDP Nûran Îmîr xwestin herin şaredarîyê polîsan rêya wan girt û hemiyan derb kirin û çar kesan desteser kirin.

"Bi van biryaran tu gotin ji destûr û qanûnan re nemaye. Neçar mane ku êdî bi awayek fizîkî û tundî biser me de tên" şaredar Mehmet Zirig got.

Zirig di hilbijartina 31ê Adarê de bi rêjeya ji sedî 77'an bû şaredar. Bi vê biryara dawî ya Wezareta Karê Navxwe hejmara şaredarîyên HDP yên ku qayum tayînkirin kirine dibe 13

KHF_Şaredare Cizire_10_29_2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:20 0:00


XS
SM
MD
LG