Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê ÎHD'ê Doza Girtina HDP’ê Şîrove Dike


Komîsyona Mafê Mirovan ya Hiqûqê ya HDP’ê îro parastina nivîskî pêşkêşî Dadgeha Zagona Bingehîn dike.

Serdozgerê Komarê ya Dadgeha Bilind, di 7 Hezîranê 2021an de doznameya duyê ya ser HDP’ê amadekiribû û dabû Dadgeha Zagona Bingehîn.

Dadgeha Zagona Bingehîn ev dozname di 21ê Hezîranê de pejirand û 70 klasorên veser, 8 flashên drive radestî HDP’ê kiribûn.

Dadgehê 60 roj jî dema parastinê dabû HDP’ê ku ev dem îro dawî dibe

Serokê Komela Mafên Mirovan (ÎHD) parêzvan Ozturk Turkdogan ji Dengê Amerîka re ev dozê şîrove kir.

“Li gor biryarên Dadgaha Mafên Mirovan ya Ewrupayê ku di sala 2016 an de di derheqa HDP’ê de dabû derfet nade ku li ser HDP’ê doza girtinê were vekirin.”

Ozturk Turkdogan
Ozturk Turkdogan

Di doza HDP’ê de jibo daxwaza girtina wê partîyê herî zêde îdiayên “têkilîyên bi terorê” tê dêtin.

Turkdogan di vî warî de biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupayê, ku di derheqa Partîya Refahê û Herri Batasuna daye, minak nîşan dide û bi bîr tine ku ji sedama Partîya Refahê dijî Tirkîyê, jiber sedama Herri Batasuna jî dijî Îspanyayê biryar hatibû dayîn.

Turkdogan da zanîn ku biryara girtinê ya ser HDP’ê ji alîyên 10 endamên Dadgeha Zagona Bingehîn ve tê dayîn.

“Li Tirkîyê rîskeke wiha heye. Dadgeha Zagona Bingehîn polîtîkaya dewletê ya ewlekarîya netewî diparêze û tim hêla dewletê digire. Dadgehê hin biryarên girîng jî girtîye, lê vê carê wê bejna xwe li hemberî polîtîkayên ewlekarîyê bitewîne yan na? Erê dikare bitewîne jî.”

Turkdogan bi berdewamî got ku beramber îhtîmala hilbijartineke pêşwext heye û Îtifaqa Gel naxwaze ku HDP di vî warî de biryardar be.

“Îtifaqa Milet jî naxwaze HDP biryardar be. Di wêneya mezin de her dû îtifaq jî li HDP’ê mina hev temaşe dikin. Heke HDP biryardar be dibe ku Îtifaqa Gel têkeve tengahîyê, lê Îtifaqa Milet jî wê gavê pêdivî ye ku HDP’ê bike şîrîkê desthilatîyê. Îtifaqa Milet jibo vî çiqas amade ye ew jî ne dîyar e. Gava ez vana hemû didim ber çav gumana girtina HDP’ê bêtir dibînim.”

Serokê ÎHD’ê hişyarî dide rêvebirên HDP’ê ku îhtîmala girtinê bidin ber çavan û li gor wê amadekarî bikin.

ED_05_11_2021_HDP_Girtin_OT
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:32 0:00

XS
SM
MD
LG