Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîthat Sancar: Gelê Me li HDP’ê Xwedî Derdikeve Loma Kes Nikare Me Bigire


HDP Meeting
HDP Meeting

Komîsyona Hiqûqê ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jibo parastina doza girtina HDP’ê ji Dadgeha Qanûna Bingehîn daxwaza demê zêde kir.

Dadgeh wê di 2’yê Îlonê de li ser vê daxwazê biryara xwe bide û ger vê daxwazê nepejirîne HDP wê di 7’ê Îlonê de dest bi parastinê bike.

Serdozgerîya Komarê ya Dadgeha Bilind, di 7 Hezîranê 2021’an de doznameya duyemîn amadekiribû û radestî Dadgeha Zagona Bingehîn kiribû. Piştî vekolînan Dadgeha Zagona Bingehîn ev dozname di 21‘ê Hezîranê de pejirand û 70 klasorên ve ser 8 flashdrivan radestî HDP’ê kiribû û 60 roj jî dema parastinê dabû wê.

Doznameya duyê ji 843 rûpelan pêk tê û di derheqa 451 kesan de jî qedexeyên sîyasî tê xwastin.

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar di civîna serokên bajaran yên partîya xwe de li ser girtina HDP’ê sekinî û got ku gel xwedî li HDP’ê derdikeve.

“Ti hêz wê nikaribe HDP’ê bigire. HDP partîya gel e û gelê me jî xwedî li partîya xwe derdikeve. Lê, yên ku ji vê aciz in dixwazin ku HDP’ê bigirin. Lê gelê me bi ti awayî destûr nade vê yekê. Loma jî di rojeva me de girtina HDP’ê tuneye. Ew çi dikin bila bikin, ew nikarin vîna gelê me asteng bikin.”

Sancar got ku ew hêza xwe baş dizanin û ew niha rojeva Tirkîyê dîyar dikin.

“Li kolanan jî em careke din dibînin ku gelê me li HDP’ê xwedî derdikeve.”

Sancar herwiha got ku rola HDP’ê di hilbijartinan de girîng e.

“Ev hilbijartina pêşîya me wê sibêroja Tirkîyê dîyar bike û roleke mezin bilîze. Hilbijartin kengî û di bin çi şert û mercan de çêb, gelê me û partîya me jibo vê amade ne.”

Sancar bi berdewamî ragihand ku HDP’ê di meha Îlonê de jibo ragihandina deklarosyoneke nû amadekarî dike.

“Emê hemû nêrîn û daxwazên xwe bi rêkûpêk di vê deklarosyonê de eşkere bikin. Ewê bibe destpêkeke nû ya jibo aştî, demokrasî û dadmendîyê. Guhertin wêrekîyê dixwaze û jibo vê jî destpêkeke nû pêdivî ye.”

ED_27_08_2021_Mîthat_Sancar
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:55 0:00

XS
SM
MD
LG