Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Berbijarîya Demîrtaş Radigihîne


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), berbijarê xwe yê bo hilbijartina serokomarîyê îro Înê bi awayekî fermî eşkere dike.

HDP’ê berî çend rojan dabû zanîn ku wan li ser berbijarîya Selahattîn Demîrtaş li hev kiriye.

Rêvebirên HDP’ê dê li Dîyarbekir û Stenbolê, bi du daxuyanîyên hevdem berbijarê xwe ragihîne.

Li Dîyarbekirê Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan û li Stenbolê jî Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî dê axaftinan bikin.

Piştî axaftinan dê peyama Demîrtaş, ku li Hepsa Edîrne girtî ye, were xwendin.

HDP’ê dê îro muzîk û sloganên kempeyna hilbijartinê jî ragihîne.

XS
SM
MD
LG