Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamentera HDP'ê Sîbel Yîgîtalp Hat Desteser Kirin


Parlementera Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya Amedê Sîbel Yîgîtalp îro Pêncşemê li pêş mala xwe hate desteser kirin.

Yîgîtalp desteserkirina xwe ji ser Twitterê ragihand.

"Ez niha li pêş mala xwe hatim desteser kirin" Yîgîtalp got.

Yîgîtalp li Dadhega Cezaya Giran ya Diyarbekirê dihat darizandin û jiber ku beşdarî rûniştinê nebûbû, bo wê biryara "bi girtina dara zorê" hatibû dayîn.

Hêjayî bîrxistinê ye, Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî di nav de, 11 parlamenterên wê partîyê girtî ne

XS
SM
MD
LG