Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Jiber Girtina Hevserokên Wê Serî li Dadgeha Ewrupî Dide


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ragihand ku awuqatên wê îro Duşemê serî li Dadgeha Ewrupî ya Mafên Mirovan (ECHR) da, bi sedema ku du hevserokên wê, Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, bi girêdayî tawanên terorîzmê, li dervayê qanûnê hatine zindan kirin.

Girtina rêberên HDP’ê ya meha Mijdarê de bûbû sedema nerazîbûnên xurt yên navnetewî û rêxistinên mafên mirovan ew yek wek firehkirina giwaştinên ser rikeberên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan nirxandibûn.

Piştî girtina Demîrtaş û Yuksekdag, partîya duyê ya opozîsyonê bê lîderên xwe yên hilbijartî dest bi kempeyna referandumê dike ku di 16’ê Nîsanê de tê kirin.

HDP tundî li dijî tawanên dijî xwe derdikeve û dibêje ku nêzî 5,000 endamên wê hatine girtin.

"Darizandina hevserokên me bi awayê zindankirî, mafên wan yên azadî, ewlehî, azadîya raman û mafê hilbijartinên azad binpê dike. Ev rewş taybetî krîtîk e jiber Tirkîye ber bi referandumê ve dihere," daxuyanîya HDP’ê bi berdewamî dîyar kir.

Hêjayî bîrxistinê ye ku dozgerên Tirk jibo Demîrtaş heta 142 sal û ji Yuksekdagê re jî heta 83 cezayê zindanê dixwazin, bi îdiaya ku ew rêvebirên rêxistineke teorê ne.

HDP wan îdiayan bi tundî red dike û daxwaza vegera peyvajoya aştîyê li Tirjkîyê dike.

XS
SM
MD
LG