Hevserokên Partîya Gelan ya Demokratîk (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, operasyonên Tirkîyê yên li bakurê Sûrîyê rexne kirin.
Buldan da zanîn ku di operasyonên Tirkîyê de sîvîl têne kuştin û ew dixwazin gel vê yekê bizanibe.
Puldan dîyar kir ku ew hewil didin ku aştîyê di nav gelan de belav bikin.
Sezaî Temellî jî da zanîn ku Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) ya li desthilatê "dixwazê tirsê belav bike di nav gel de" lê ew natirsin.
Temellî dîyar kir ku ew dixwazin tirsê bişkînin û gel tevlî siyasetê bikin.