Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevseroka HDP'ê ya Enqerê Aytemur Operasyonên Dijî Partîya Xwe Şermezar Dike


Operasyonên li ser Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) berfireh dibin. Di nav hefteyekê de 9 kes li Enqerê hatin binçav kirin.

Hevseroka HDP'ê ya Enqerê Nur Aytemur got ku Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) bi nêzîkbûna hilbijartinan, bi rêyên dijî demokrasî ser wan de tê.

“Di nav hefteyekê de du car ser me de êrîş anîn. Sê hevalên me yên nexweş binçav kirin. Hevserokê Enqerê yê berê û parlamenterê berê Îbrahîm Bînîcî li nexweşxanê binçav kirin. Dîsa, endamê Rêveberîya Navendî ya Komela Mafên Mirovan (IHD) Alî Riza Yurtsever, ku nexweşê penceşêr e, binçav kirin. Mafê nexweşan heye, lê rêz li wan nagirin.”

Aytemur bal kişand ser şêwazê operasyona û got ku cîhê ku polîs têr nakin, tevî ku ne herêmên bin kontrola wan de bin jî, leşkeran dixin nav operasyonan.

ED_10_30_20187_HDP_Bincavkirin
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:25 0:00

XS
SM
MD
LG