Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Mîthat Sancar di komcivîna partîya xwe de bang li Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan kir ku tevî kabîneya xwe karvekişîna xwe ragihîne.
Sancar di ser karvekişîna Wezîrê Xezîne û Aborî Berat Albayrak re dîyar kir ku sîstema li Tirkîyê hildiweşe.
‘’Bi tenê karvekişîna Wezîrê Xezîne û Aborî ne bes e. Divê serokomar tevî kabîneya xwe karvekişîna xwe ragihîne. Em li bendê ne ku bi wêrekî û basîret bepirsîyê bigire ser xwe’’ Sancar got.
Wî da zanîn ku li pêş wan ‘’qonaxeke nû’’ heye û got ku ‘’yek ji armancên girîng yên wê qonaxê’’ dê hilbijartina pêşdem be.
Hevserokê HDP’ê dîyar kir ku ewê di hilbijartinê pêşî de desthilata heyî gêr kin û bo li welêt ‘’prensîbên demokratîk û azadî’’yê bi cîh bikin jî bibin şirîkê rêvebirîyê.