Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Avahîyên HDP'ê li Seranser Tirkîyê Rastî Êrîşan Tên


Ajansa AFP radigihîne ku ew du roj in bi dehan avahîyên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP​) li bajarên rojavayê Tirkîyê têne êrîş kirin û gelek ji wan ofîsan têne şewitandin.

Do şev jî navenda giştî ya ya wê partîyê li Enqerê ji alîyekî komeke nîjadperest ve hat şewitandin.

Karbidestekî partîyê ji AFP re got ku zîyaneke mezin li avahîyê qewimî.

Dîsa li bajarê Alanya ya li başûrê Tirkîyê jî avahîya HDP'ê hata sotandin, gelek firoşgehên Kurdan hatin êrîş û talan kirin.

XS
SM
MD
LG