Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP: Êrîşvanekî li Avahîya Me ya Îzmîrê Xebatkara Partîyê Kuştiye


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ragihand ku li avahîyeke wan ya li Îzmirê êrîşa çekdarî li dar ketiye.

Li gor daxuyanîya HDP’ê di êrîşa çekdarî de xebatkarê wan yê bi navê Deniz Poyraz hatiye kuştin û avahî hatiye şewitandin.

HDP’ê di daxuyanîyê de dîyar kir ku partîya li desthilata Tirkîyê, Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) û Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê, partîya wan wek armanc nîşan daye û gel provoke kiriye.

Walîtîya Îzmirê ser êrîşê ji Twitterê ragihand ku bergumanê bi navê O. G hatiye girtin û vekolîna berfireh ya ser êrîşê destpê kiriye.

Bajarvanê Îzmirê Tunç Soyer jî ji Twitterê êrîşa li avahîya HDP'ê şermezar kir.

Soyer dîyar kir ku bajarê wan yê aramîyê û ew li hember hemî hewildanên dijî aramîyê bisekinin.

XS
SM
MD
LG