Parlementerê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) yê Şirnexê Ferhat Encu do Çarşemê hat berdan.
Encu ji Mijdara 2016’an vir ve bi tohmeta ‘’endambûna rêxistina terorî’’ û ‘’propagandaya rêxistinê’’ ve girtî bû û ji wî re 22 sal zindan dihat xwestin.
Dadgeha Cezaya Giran ya Şirnexê, serlêdanên parêzerên Encu nirxandin û ew bi şertê kontrola dadî serbest berda.
Rêvebir û parlementerên HDP’ê li pêş Girtîgeha Kocaelî pêşwazîya Encu kirin.
Encu li pêş girtîgehê daxuyand ku ew êdî dixwazin di nav aramî û aştîyê de bijîn.
‘’Em bi vê berdanê kêfxweş nabin. Du hevserokên me, parlementerên me yên din û nêzî 70 bajarvan bi biryarên sîyasî girtî ne. Em dixwazin ew werin berdan û em hemî di nav aştî û aramîyê de li vî welatî bi hev re bijîn’’ Encu got.
Hêjayî bîrxistinê ye, hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 11 parlementerên HDP'ê girtî ne.