Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanterê Berê yê HDP'ê Gergerlîoglu Hatiye Berdan


Omer Faruk Gergerlîoglu

Parlamenterê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlîoglu hat berdan.

Parlamenterîya Gergerlîoglu di meha Adarê de hatibû rakirin, wî jiber ‘’propagandaya terorê’’ 2,5 cezaya girtîgehê sitandibû û di meha Nîsanê de jî ketibû girtîgehê.

Gergerlîoglu jiber ku wî di Twitterê de nûçeyeke têde şiroveyên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) hene belav kiribû, hatibû tawanbarkirin.

Wî ew tawanbarkirin red kirin û dîyar kir ku mafên wî hatine binpê kirin.

Dadgeha bilind ya Tirkîyê hefteya borî dabû zanîn ku mafên Gergerlîoglu hatine binpêkirin û bi vî awayî rê li ber wî hatibû vekirin ku ew were berdan.

Bi biryara dadgehê re rê li ber Gergerlîoglu vebûye ku ew statuya xwe ya li parlamanê jinûve bistîne.

XS
SM
MD
LG