Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) îro Sêşemê dîyar kir ku doza ku bo girtina HDP'ê hatiye vekirin, encama hewleke siyasî ya bo tekbirîna wê ye.
Alîkarê hevserokê giştî û berpirsê Komîsyona Mafên Mirov û Hiqûqê yê HDP’ê Umît Dede diyar kir ku îdaname 'belgeyeke sîyasî' ye; piştî ku îro parastina xwe ya bingehîn ya nivîskî pêşkêşî Dadgeha Qanûna Bingehîn kir.
"Ev belge xaleka dawî ya êrîşên ku ji 2015'an û vir ve dijî HDP'ê têne kirin e," Dede ji rojnamevanan re got.
Serdozgerîya Komara dadgeha bilind ya Tirkîyê di Adara 2021’an de, dijî HDP'ê doza vekiribû û bi sedema peywendîyên wê bi mîlîtanên Kurd re, girtin û qedexekirina wê daxwaz kiribû.
Lê, HDP van îdayên ser peywendîyan bi rengekî tund red dike.
Di îdianameyê de ji xeynî girtina partîyê, bo 451 endamên HDP'ê jibo 5 salan qedexekirina ji sîyasetê jî tê xwestin , ku wê nikaribin beşdarî hilbijartinên Hezîrana 2023'an bin.
Dadgehê îdanameya dijî HDP'ê, di meha Hezîranê de qebûl kir; piştî zextên bi salan yên di serdema SerokTayyîp Erdogan de, ku bi hezaran endamên HDP'ê bi îdayên têkildarîyê terorê têne darizandin.
Umît Dede ragihand ku ev îdaname di çarçoveya operasyona bi armanca dûrxistina HDP'ê ji sîyaseta demokratîk, tê bikar anîn.
Dede anî ziman ku ew dixwazin ku bo têk birina HDP’ê, perdeyekî qanûnî ava bikin.
Wî bi berdewamî da zanîn ku HDP ji ber serkeftina wê ya berê ya hilbijartinan dibe armanca van êrîşan.
HDP, partîya sêyan ya herî mezin ya sîyasî ya Tirkîyê, di hilbijartina 2018'an de ji sedî 11.7 deng bi dest xistibû û di meclîsa bi 600 kursîyan de 56 parlementerî qezenc kiribû .
Anket nîşan didin ku piştgirîya bo AK Partîyê ya desthilatdar ya Erdogan berî ya hilbijartinên parlemanî û serokomarîyê yên sala pêş kêm dibe; digel ku piştgirîya bo HDP'ê hema hema di heman astî de ye.
Tirkîye di derbarê girtin yan qedekirina partîyên sîyasî, tevî yên alîgirê Kurdan jî, xwedî dîrokeke dirêj e.
Rexnegir dibêjin ku dadwerîya Tirkîyê di bin bandora sîyasî de ye, îdayeke ku AK Partî û hevalbendê wê yên neteweperest MHP red dikin.
Di îdanameyê de tê gotin ku HDP bi koma çekdar ya Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) re tevdigere û armanca wan têkbirin yekitîya dewleta Tirk e.
PKK ji hêla Tirkîyê ve wek komeke terorîst tê naskirin û herwiha ji alîyê Amerîka û Yekîtîya Ewrûpa(YE) jî.
Ew ji sala 1984'an vir ve, şerekî serîrakirinê dike û heya niha di pevçûnan de bi tevahî zêdetirî 40 hezar kes hatine kuştin.
Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê da zanîn ku diyar wê dadgeh wek gava pêş demên gotarên devkî yên dozê dîyar bike; di serî de bo dozgerîyê û piştre jî bo HDP'ê.
Dadgeh wê piştre nirxandina xwe bike û biryareke bide, ya ku bo dî eşkerekirina wê demeke tuneye, Komîsyona HDP'ê got.