Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

10 Parlamenterên HDP'ê Dest bi Greva Xwebirçîkirinê Dikin


10 parlamenterên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku di nav wan de hevseroka partîyê Pervîn Buldan jî heye, bo piştgirîya greva xwebirçîkirinê ya parlamenterê Colemergê Leyla Guven, dê du rojan di greva xwebirçîkirinê kevin.

Greva xwebirçîkirinê ya parlamenterên HDP’ê dê sibê Sêşemê piştî komcivîna partîyê destpê bike.

Leyla Guven, ku ji 31’ê Rêbendanê vir ve girtî ye, di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de ji Colemêrgê hatibû hilbijartin.

Guven bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di 8’ê Mijdarê dest bi greva xwebirçîkirinê kiribû.

XS
SM
MD
LG