Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Operasyonên Dijî HDP’ê de Nêzî 30 Kes li Tirkîyê Hatin Binçav Kirin


Bi biryara Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkîyê îro sibê li Amed, Mêrdîn, Sêrt, Wan, Enqere, Îzmîr, Meletî li ser jimareke malan û avahîyên HDP’ê operasyon hatin kirin.

Endamên meclîsa HDP’ê, namzedên bere yên şaredarîyan, hevserokên bajarokan jî di nav de nêzî 30 kes hatin desteser kirin.

Berdevka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ebru Gunay li Amedê preskonferansek li dar xist û operasyonê şermezar kir.

''Li bajarê Wanê, bê ku em werin agahdar kirin, polîsan derîyê avahîya partîya me şikandiye û li nivîsek danîne ser gotine ' Selamunalekyum em hatin'. Hun kî ne, hun diz in, hun eşqîya ne kî ne?''

Serokê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan berî du hefteyan gotibû ku ewê di warê hiqûqe de hin gavên reformî bavêjin.

Gunayê gotinên Erdogan bi bîr xist û got ku ev îtiraf e ku tifaqa faşîst ya AKP’ ê û MHP’ ê çawa nav sîstema hiqûqê pûç kiriye.

”Ti bawerîya gel ji daxuyanîyên jibo reformê tuneye. Hikûmeta desthilat bi êrîşên ser HDP’ê, bi dijmintîya gelê Kurd kiryarên xwe yên qirêt paqij bikin. Lê ev dijmintî nikare desthilata we rizgar bike.''

KHF_11_27_2020_Operasyona_Dijî_HDP
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:00 0:00

XS
SM
MD
LG