Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevka HDP'ê Gunay: Operasyonên Leşkerî Kêşeya Kurd Çareser Nakin


Berdevka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ebru Gunay bangî dewleta Tirk kir û dadîyarkirin ku bi operasyonan pirsgirêka Kurd çareser nabe.

Ebru Gunay
Ebru Gunay

Gunay, li navenda giştî ya HDP’ê preskonferansa hefteyî li dar xist û li ser operasyonên Tîrkîyê li herêmên Kurdan sekini.

Gunay bang li hemû hêzên demokratîk û aştîxwaz kir ku bila demûdest dengê xwe êi dijî operasyonên leşkerî bilind bikin.

“Dewleta Tirkîyê ji sala 1983’an vir ve li ser axa herêma Kurdistanê, jibo ewlekarîya sînoran operasyonan pêk tîne. Lê em dizanin ku ew ne jibo ewlekarîya sînoran in, li dijî gelê Kurd ev operasyonan dikin. Loma jî divê kesên şer nexwaz û yên ku demokrasî û aştî dixwazin dengên xwe bilind bikin.”

Li girtigehên Tirkîyê 162 roj in ku girtî di greva birçîhiştinê de ne. Di preskonferansê de Gunay li ser mijarê jî sekin û bal kişand ku rewşa wan girtîyan gelek xirab e.

“Li ser birêz Ocalan û girtîyên ku li zindanan tecrîdeke mezin tê meşandin. Bila her kes baş bizanibe ku heta tecrîd li Girava Îmrali, li hemû girtingehên din ranebe li vî welatî dê kes nikaribe behsa demokrasîyê bike. Îro 162 roj in ku li girtingehan grevên birçîhiştinê didomin. Ez li vê dere bangî demokrat û yên xwedî wîjdan dikim dijî vê derkevin û dengê xwe bilind kin.”

ED_07_05_2021_Ebru_Gunay
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:32 0:00

XS
SM
MD
LG