Berdevka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ebru Gunay, di civana heftena de mijarên girîng nirxandin.
Gunay ser biryara girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî ya berdana Selahattîn Demîrtaş nêrînên partîyên xwe parve kirin.
“Bi girtina Guven dewlet dixwaze pêşî li têkoşîna Kurdan bigire. Dixwaze tevgera jinên têkoşer asteng bike. Lê bila baş bizanibin ku ewê bi van armancên xwe bi ser nekevin.”
Gunay derbarê biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî ya ser hevserokê berê yê HDP'ê Demîrtaş jî got ku careke din dîyar bû ku ser Demîrtaş bêhiqûqî tê meşandin.
“Demîrtaş ku bi awayê nehiqûqî girtî ye, divê demûdest were azad kirin.”