Nûner û piştevanên HDP'ê li pêş parlamana Herêma Kurdistana Îraqê xwepêşandanek li dar xist û bal kişand ser rewşa saxlemîya parlamanter Leyla Guven.
Guven ku 77 roj in di greva xwebirçîkirinê de ye, pêgir e ku çalakîya xwe bidomîne heta ku daxwazên wê bi cîh werin.