Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê HAK-PAR’ê Epozdemîr: Êrîşên Ser HDP'ê Dijî Vîna Gelê Kurd In


Li Tirkîyê danûstandinên ser Îtifaqa Gel û Îtifaqa Milet di rpjên dawî de zêdetir dibin.

Hin pisporên sîyasî dîyar dikin ku di navbera her du îtifaqan de pirsgirêkên heyî bandora xirab li ser HDP’ê dike û danîna qayuman jî wek nîşaneya van dijberîyan e.

Lê di demên dawî de jiber operasyonan, gelek rêvebir û endamên HDP’ê hatin binçav kirin û girtin.

Hember wan çavtirsandinan hin bertêk jî derketin ku ji wan yek ji alîyê Serokê Giştî yê Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) Latîf Epozdemîr ve hat.

Epozdemîr ji Dengê Amerîka re ragihand ku dewletê bi van operasyonan vîna gelê Kurd binpê kiriye,

“Di van demên dawî de ser HDP’ê operasyonên bê hiqûqî hatin kirin. Nêrîna me ligel HDP’ê her çiqas cuda be jî, em wek HAK-PAR ji van operasyonan gelek aciz in. Ev êrîş berî her tiştî îrada gelê Kurd binpê kiriye. Kesên ku hatine hilbijartin ji karên xwe hatine dûrxistin û li şûna wan qayum hatine danîn.”

Epozdemîr ser îtifaqan ji got ku her du îtifaq jî dijî Kurdan in. “Yek sîstema seroktîyê ya din jî sîstema parlamanterîyê dixwaze. Lê her du jî di çareserkirina mesela Kurd de wek hev in û netewperwerîya Tirk diparêzin. HAK-PAR di vê îtifaqê de ne bi kesekî re ye.”

Epozdemîr bi berdewamî got ku têkilîya wan bi rêxistinên sîyasî didome û ewê piştgirîya hemî hewilên jibo çareserkirina kêşeya Kurd bikin.

ED_26_10_2020_Epozdemîr_HDP
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:04 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG