Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Roja Yekşemê Hevserokên Nû Hildibijêre


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) roja Yekşemê dê Kongreya Asayî ya 3’yan li dar xîne.

Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay dîyar kir ku bo hevseroktîyê berendamên partîyê dê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî bin.

‘’Ji destpêka dagirkirina Efrînê vir ve li Tirkîyê zorbazîyên jiber Rewşa Awarte (OHAL) giran bûn û li ser hev operasyona li dar dikevin. Di van rojên ku kongreya me nêzîk dibe de gelek endamên hatin desteser kirin’’ Kemalbey got.

Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji Mijdara 2016’an vir ve girtîye û dîyar kiribû ku ewê bo seroktîyê jinûve nebe berendam.

Meclîsa Tirkîyê, vê hefteyê parlamenterîya Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu jî rakiribû û hejmara parlamenterên HDP’ê, ku di serî de 59 bû, daketibû 52’yan

XS
SM
MD
LG