Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Hilbijartinan de HDPê 63 Bajarvanî Dest Xistin


Roja Yekşemê Li Tirkiyê hilbijartinê xwecîhî hat lidarxistin. Li gor encamên nenefermî HDP'ê li 3 şaredarîyên bajarên mezin, 8 bajaran, 43 bajarok û 11 nahîyan bi giştî 63 bajarvanî bi dest xistin.

Di hilbijartina 2014'an de ev hejmar 102 şaredarî bûn û li gor vê encamê HDP'ê 39 şaredarî hinda kirine.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan dibêje ku di encama hilbjartinê de yên ku bi ser ketine Kurd û hêzên demokrat in. Ew encama hibjartinê wek têkçûna Tifaqa Komarî bi nav dike.

HDP’ê li bajarên wek Amed, Mêrdîn, Batman, Sêrt, Colemêrg, Wan, Îdir û Qersê bi ser ket.

Lê, li Şirnex, Bedlîs û Agirî, Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) li Dersîmê jî Partîya Komunîst ya Tirkîyê (TKP) serketî bûn.

HDP dijî encamên bajarê Muşê îtîraza xwe pêşkêşî komîsyona hilbijartinê dike.

Di hilbijartina 2014'an de BDPê li Şirnexê ji 27,348 dengan, 16,286 û AKP’ê jî 8009 deng wergirt. Lê, di 31ê Adarê de ji 31,890 dengên heyî, AKP’ê 19,705 û HDP’ê jî 11, 157 deng wergirt. HDP’ê li gor 2014'an, 5129 deng kêm kiriye û AKP’ê jî 11, 696 deng zêde kirine.

Bajarokên Uludere, Guçlukonak, Beytuşebab yên Şirnxê ket destê AKP’ê. lê Cizîr, Silopî û Hezex di destê HDP’ê de man.

Buldan îdia dike ku AKP 12 hezar hêzên ewlekariyê li nav bajêr bi cîh kirine û dengê AKP’ê ji wir tê.

Li bajarê Colemêrgê, bajarokên Şemzînan û Çelê ji ketin destê AKP’ê.

Li Amedê ji 778, 331 dengan, HDP’ê 489,109; AKP’ê jî 241.437 deng girtin.

Li gor encama hilbijartina 2014'an, HDP’ê 65.699 deng zêde kirine, lê AKP’ê 10 hezar û 628 dengan kêm kirine.

Li cîhên ku xendek lê hatin kolan û pevçûnên giran çêbûn, HDP’ê dîsa bi ser ketiye.

Li Cizîrê HDP’ê 38.238, AKP’ê jî 8.755 deng wergirtin û HDP’ê li gor 2014'an, 1835 deng zêde kirine.

Li Silopî jî HDP’ê 29,681, AKP’ê 8036 deng birin û HDP’ê di vê hilbijartinê de 2323 dengan zêde kirine.

Li Hezexê (Îdîl) HDP’ê 8,275, AKP’ê 1,884 deng standin û ev car 500 dengên HDP’ê zêde bûne.

Li Farqîna Amedê, HDP’ê 29, 449 û AKP’ê jî 8.622 deng wergirtine û HDP 3941 deng zêde kirine.

Li Sura Amedê ji 49,022 dengên heyî, HDP’ê 29,649 û AKP’ê jî 18,153 deng wergirtine, lê HDP’ê 340 û AKP’ê jî 1753 deng kêm kirine.

Li Nîsêbîna Mêrdînê HDP’ê 34,661 û AKP’ê 8.437 deng standine û li gor hilbijartina 2014'an AKP li Nisêbînê 698 dengan zêde kirine, lê HDP’ê 2036 deng hinda kirine.

Li Gever (Yuksekova) Colemêrgê HDP’ê 20,163, AKP’ê jî 9050 deng standine. AKP’ê li wir 6155 deng zêde kirine, lê HDP’ê 3745 deng kêm kirine.

Li Vartoya Muşê, HDP’ê 2,048 û AKP’ê jî 1145 deng standine û li wir her du partî jî deng hinda kirine. HDP’ê 687 deng û AKP’ê jî 133 deng kêm kirine.

KHF_04_01_2019_Hilbijartin
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:07 0:00

XS
SM
MD
LG