Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîthat Sancar: HDP Di Vê Hilbijartinê De Hêza Herî Girîng E


Li Tirkîyê li gor hin anketan vê dawîyê dengê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) heta %15 bilind bûye û hin şîrovekarên sîyasî jî îdia dikin ku HDP êdî bûye partîya wek kilîd.

Rêvebirên HDP’ê li Enqerê sê roj ser hev civîn ku qewimandinên dawî binirxînin û stratejîya HDP’ê gotûbêj bikin.

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar di civîna Meclîsa Partîyê de li ser stratejîya HDP’ê ya sibêrojê got ku ewê vê stratejîya nû di 27’ê Îlonê de dîyar bikin.

Sancar ser rola HDP’ê got ku ewê di hilbijartinên pêş de wê rola kilîd bilîzin.

“Herkes baş dizane ku HDP di van hilbijartinan de hêza kilîd e. Lê, lêhûrbûnîyeke hilbijartinê pirsgirêkên Tirkîyê çareser nake. Jibo vê jî em girîngîya hilbijartinan diparêzin, lê di alîyê din de têkoşîna civakî û di nav gel de rêxîstinbûnê wek pêdivîyeke bingeh dibînin.”

Sancar di axaftina xwe de qayumên ku li şûna şaredarîyên bajarên Kurdan hatine danîn bi tundî rexne kir.

“Armanca qayumên ser bajarên Kurdan ew bû ku vêna gelê Kurd ji destê wan bigirin. Daxwaza wan ew bû girseyeke mehkumî sîstemê bikin, ango vîna gelê Kurd teslîm bigirin. Lê gelê Kurd destûr neda vê plane û xwedî li vîna xwe derket.”

Hevserokê HDP’ê Sancar li ser çereserkirina pirsgirêka Kurd jî rawestîya ev yek jî wiha dîyar kir:

“Li Tirkîyê aştîyeke hergavî bi çareserkirina pirsgirêka Kurd pêkan e. Aştîyeke hergavî tenê di warê aştîyê de bi gav avêtinê dikare çêbe. Xencî vî tiştî ku li ser aştîyê werin gotûbêj kirin dê ti çereserîyê neyînin. Aştî tenê bi vîna desthilatê jî nayê, aştî bi têkoşîna civakê dikare bi ser keve.”

HDP, li ber e di 27’ê Îlonê de bi civînekê stratejîya xwe ragihîne. Li gor hin pêzanînan HDP hem jibo Îtifaqa Gel û him jî jibo Îtifaqa Milet hin peyaman bide. Heke kîjan îtifaq rêbazên HDP’ê bipejirîne HDP jî wê li gor vê rêyeke bide pêşîya xwe.

ED_13_09_2021__Sancar
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:08 0:00

XS
SM
MD
LG