Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP: 162 Girtî bo Piştgirîya Leyla Guven Dest bi Greva Xwebirçîkirinê Kiriye


Qanûndenreke Kurdên Tirkîyê îro Çarşemê ragihand ku 162 kes bo piştgirîya çalakîya parlamantera girtî Leyla Guven, beşdarî grevên xwebirçîkirinê bûne.

Parlamantera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş got ku rewşa saxlemîya Guvenê giheştiye asteke krîtîk, loma wî daxwazname daye komîsyona mafên mirovan ya parlamanê ku mudaxele bike.

“Niha li 36 zindanên seranser Tirkîyê, 27 ji wan jin, 162 girtîyên din other dest bi greva pişgirîya Guvenê kirine.”

Xanim Guven bi sedema ku bi awayê neqanûnî li zindanê tê girtin, dest bi greva birçîmayînê kiribû. Ew herwiha qedexeya serdanê ya ser rêberê PKKê yê zindankirî Abdullah Ocalan jî protesto dike.

Guven 55 salî ye û ji 31’ê Rêbendana 2018’an vir ve, bi îdiaya pitgirîdana terorê li zindanê ye. Tevî ku ew di hilbijartinên dawî de wek parlamanter hatiye hilbijartin jî, hikûmeta Tirkîyê red dike ku wê berde.

XS
SM
MD
LG