Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDPê li Stenbolê Mîtînga Aştî Azadî Û Edaletê li Dar Xist


Partîya Demoktîk ya Gelan (HDP) li Stenbolê, bi bangewazîya“ ji rewşa awarte re na û biryarnameyên di hikmê qanûnê de bên betalkirin“mîtînga Aştî Azadî û Edaletê” li dar xist.

Parlamenterê HDP’ê Ertugrul Kurkçu derbarê mîtîngê ji Dengê Amerîka re axifî:

“Ji 15 Tîrmeha 2016’an vir ve li hember HDP û hêzên demokratik û civakî şerekî tundî daye hatîye destpê kirin. Heta îro ji 150 hezarî zêdetir ji karen hatin dûr xistin. 47 hezar kes di girtîgehan de ne, ji wan herî kêm 6-7 hezar kes xebatkar û endamên me ne. 11 parlamenterên me, hevserokên me di girtîgehan de ne.”

Di mîtîngê de parlamenterê HDP’ê Sirri Sureyya Onder jî derket ser dikê û nameya hevserokê HDP’ê Selattin Demîrtaş xwend û axaftinek kir.

Onder bi got ku “Li vî welatî ji bo demokrasi bê xwestin, divê herkes aştî bixwaze, jibo wê jî divê herkes demokrasî bixwaze.”

Salekê berê li Tirkîyê bi hewila darbeya leşkerî rewşa awarte hatibû îlan kirin û jimareke parlamenterên HDP’ê û endam û xebatkarên wê hatin zindan kirin. Dîsa, bi biryarnameyên di hikmê qanûnê de jî bi hezaran kes ji kar hatin dûrxistin.

HDP, ji bo rewşa awarte li TirkÎyê bi dawî bibe û biryarnameyên di hikmê qanûnê de bên betalkirin li Tirkîyê li çar bajaran nobeta edaletê li darxistibû.

Hejayî gotinê ye ku li ber e HDP li bajarên wek Îzmîr, Amed, û Wanê jî mîtîngên “Aştî Azadî û Edaletê” li dar xîne.

XS
SM
MD
LG