Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP li Îzmîrê bi Mîtînga Girseyî Dixwaze Balê Bikşîne Ser Givaştinan


Hêzen Ked û Demokrasîyê yên li bajarê Îzmîrê, bi tevlîbûna Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi sernavê "Bêhneke jibo demokrasîyê" mîtîngeke girseyî li dar dixin.

Çaverê ye ku bi hezaran Kurdên ku rûniştvanê bajêr in, di hevdîtina li Qada Gundogdu ya bajêr werin ba hev.

Hevseroka HDP’ê ya Îzmîrê Besrîye Tekgur, ji Dengê Amerîka re got ku ev mîtîng jibo piştevanîya HDP’ê li ser daxwaza rêxistinên ked û demokrasîye li dar dikeve.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di 18ê Hezîranê de nîjadperesetekî Tirk êrîşeke çekdarî li ser navenda HDP’ê ya Îzmîrê pêk anîbû û xebatkara partîyê Denîz Poyraz kuştibû.

Tekgur xuya kir ku ev mîtîng jibo bîranîna Poyraz e û di heman demê de jibo bilindkirina denge hemî beşên civakên Tirkîye ne.

Parlamenterê HDP’ê yê Agirîyê Abdullah Koç jibo banewazîya mîtîngê li Îzmîrê li taxê Kurdan gerîya, li wir gilî û gazincên wan guhdar kir.

''Li bajarên metropol, rûniştvan jiber ku di xema debara jîyanê da ye herwiha jibo nebin hedefa êrîşan bi awayekî xweparastî tevdigerin. Dema bi eşkere piştevanîya xwe nîşan didin, bi gefa girtinê re rûbirû dimînin. Lê di dema hilbjartinan de di herhalî de piştevanîya xwe nîşan didin'' Koç got.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:29 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG