Li Tirkîyê jî li gorî Platforma Bergirîya Kuştina Jina di nav sala 2020'an de 269 jin ji alîyê mêran ve hatine kuştin û 152 jin jî bi şik jiyana xwe ji dest dane.
Li Tirkîyê li ser kuştina jina hin reqemên resmî jî hatin ragihandin. Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu, jinên ku hatine kuştin hejmarê wan 234 kes eşkere kir.
Parlementer û Berdevka Meclisa Jina ya HDP Ayşe Acar Başaran 25 Mijdarê Roja Hevkarî û Têkoşîna Navnetewî ya Dijî Tundîya Beranberî Jinê nîrxand. Başara ragihand ku ewê li ber dijî tundî, tecavuz û bin pêkirina mafên jina li kolanan bin:
“Ji li her derên dinyayê rastî tundî û kuştina mêran tên. Em jî vê yekê napejirînin ji bo vî jî 25 Mijdarê de em jin li kolanan van dij deketinên xwe bi çalakîyan dîyar bikin.”
Başaran li ser axaftinê Wezîrê Karê Hundir Soylu ku li ser jina kiribû sekinî û wiha got:
“Wezîrê Karê Hundir Soylu, dema behsa tundîya ser jina dike zilama wek sucdar nabîne. Ew di banga xwe ya mêran de dibêjê şerme şerm, lê nikare bêje ku suce suce. Ev zimanê barik bixwe mêran teşvîqî kuştin û tundîya ser jina dike.”
Berdevk û endamên Meclisa Jina û parlementerên HDP Ayşe Acar Bayaran, Feleknas Uca Gulîstan Koçyîgît, endamê Kordînasyona Jina ya HDP Feray Mertoglu, Mediha Yuksel, Semîha Şahîn û Nûnerê HDP yê Almanyayê Leyla Îmret li gel Berdevka Jina û parlementera Partîya Kesk ya Almanyayê Ricarda Lang bi online li ser 25 Mijdarê civîyan.